Şerê di navbera Hûsîyên ser bi Îranê û hêzên ser bi Erebistana Siûdî de li Yemenê di vê hefteyê de dijwartir bû. Karbidestên Siûdî jî piştrast kir ku di êrîşeke ser firokxaneya sereke ya Riyada paytext de sê welatîyên wan hatine kuştin.
Fermandarîya Hêzên Esmanî ya Erebistana Siûdî îro Înê ragihand ku doh du êrîşên cuda birine ser Firokxaneya Navneteweyî ya Şah Xalid.
Êrîşa yekem li ser avahîyên firokxaneyê bû û êrîşa duyem li firokekê ket. Di encamê de sê welatîyên Siûdî canê xwe ji dest dan.
Di daxuyanîya Fermandarîya Hêzên Esmanî ya Siûdî de hat gotin ku di êrîşan de hejmarek welatîyên Siûdî û kesên biyanî birîndar bûne, ku birînên hinek ji wan giran in.
Berîya daxuyanîya Erebistana Siûdî, Hûsîyan ragihandibû ku wan êrîş kiriye ser wê firokxaneyê.
Hêla Esmanî ya Neteweyî ya Erebistana Siûdî ragihand ku yek ji kesên hatine kuştin firokvanê firokê ye.
Ji alîyekî din ve, Turkî Malikî berdevkê Hevpeymanîya bi Rêberîya Siûdîyê eşkere kir ku hêzên wan doh Pêncşemê sê mûşekên balîstîk ên Hûsîyan di xaka Erebistana Siûdî de rûxandine.
Bi zêdebûna alozîyê re, Balyozxaneya Amerîkayê ya li Riyadê daxwaz ji welatîyên Amerîkayê kir ku bi baldarî rûdanan bişopînin, ji ber egera zêdebûna rûdanan û betalkirina geştên esmanî.