Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Çarşemê ragihand ku firokvanekî di firoka ku ji Dubaîyê ber bi Tel Avîvê ve difirîya de, firokvanê din bi kêrê birîndar kirîye û xwestîye firokê bixîne xwarê.
Serê sibê roja Çarşemê, firoka FlyDubaî ji bilindahîya 10,000 metreyî daketîye 5,000 metreyî û gelek banga alîkarîyê şandîye.
Firok bê zerar li bajarê Tebûk ê Erebistan Siûdî bi neçarî daket.
Rayedarên firokxaneyê di daxuyanîyekê de diyar kir ku firokvan û alîkarê firokvanê firokê birîndar bûne û ji bo dermankirinê veguhestine nexweşxaneyê.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu
Netanyahu di daxuyanîya xwe de diyar kir ku komek rêwî û xebatkarên firokê ketine hundirê kabînê û êrîşkarê ku dixwest amûrên firokê xirab bike girtine.
Netanyahu spasîya wan kir û got: "Ez rêzê li van kesên bi rûmet digrim ku wêrekîyeke mezin nîşan dan. Wan jiyana gelek kesan rizgar kir û rê li ber karesatekê girt."
Wî herwiha eşkere kir ku êrîşkar ji alîyê rayedarên Erebistana Siûdî ve hatîye girtin.