Êrîşên Îranê li ser Kuweyt û Urdunê Zêde Dibin

Hikûmeta Kuweytê îro Sêşemê ragihand ku di êrîşên Îranê de ku çar roj in li pey hev didomin, gelek bingehên eletrîkê û avê bûn armanc.

Wezareta Elektrîk, Av û Enerjîya Nûbûyî ya Kuweytê li ser platforma X'ê got ku ji ber van êrîşan di gelek bingehên wan de agir derketîye.

Wezaretê piştrast kir ku wan agir kontrol kirîye û niha hewl didin ziyanan çareser bikin. Di bûyeran de ti kesî jiyana xwe ji dest nedaye an birîndar bûye.

Li alîyekî din, Hêzên Berevanîya Urdunê daxuyanîyek belav kir û ragihand ku wan pênc dron û sê mûşekên Îranî xistin xwarê. Ev dron ber bi baregeheke leşkerî ya Amerîkayê ve diçûn.

Hêzên Berevanîya Urdunê eşkere kir ku ti kuştî û birîndar nînin.

Ev deh roj in ku Amerîka û Îran li ser hev êrîşî hev dikin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump doh Duşemê li ser platforma Truth Social got: “Hûn dê baca her leşkerekî me çend qatan zêdetir bidin.” Ev daxuyanî piştî ku du leşkerên Amerîkî li Urdunê hatin kuştin, hat dayîn.