Rojnamevanekê Îraqî Li Bexda Hate Kuştin

Rojnamevanekê têlevizyoneka Iraqî teqe lêhate kirin û hate kuştin li rojava Bexda.

Raportên ragehandina xocihî dibêjin ku Riyadh al-Sarai ji alîyê çekdarêt nenas ve teqe lêhate kirin demê bi otombêlekê ji werê derbaz boyn li rendeka Al-Harithiye. Bêjerê Têlevizyona Al-Îraqiya karbidestekê xochî yê hûkmetê bu li taxa Şu’la.

Sarai away sala 2005 bernamên sîyasî û olî pêşkiş dikrin.

Komelên azadya ragehandinê dibêjin awey sala 2003 û heta noke 139 rojnamevan li Iraqê hatîne kuştin. Komela Rojnamevanên bê Tuxwîb dibêje Sarai bi armanc hatîye kuştin. Wê komelê ji Îraqiyan xwast da wan kesên berpisyar peyda biken û dibêje heke eve nebît ku kesêt ew kuştî nehêne ceza kirin dê cihê mixabinyê û dil tengîyê bît.