Amerîka Êrîşa Rûsya ser Romanyayê Şermezar Dike

Amerîka îro Înê piştgirîya xwe ji bo Romanyayê tekez kir, piştî ku droneke Rûsî sînorê wî welatî derbas kir û li avahîyekê ket.

Balyozê Amerîka li NATO'yê Matthew Whitaker li ser platforma Truth Social got, “Em li kêleka hevalbenda xwe ya NATO'yê Romanyayê ne û em êrîşa bêsedem a li dijî axa wê şermezar dikin.”

Balyozê Amerîka herwiha got: “Emê berevanêyê ji her perçeyeke axa NATO'yê bikin.”

Karbidestên herêmî dibêjin ku hejmareke nediyar ji dronên Rûsî roja Înê sînorê Romanyayê derbas kirin. Ew beşek ji êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê bûn ku bi 232 dron û mûşekên balîstîk pêk anîbûn.

Yek ji dronan li avahîyekê li herêma Galata ya rojhilatê Romanyayê ket. Di encamê de avahî agir girt û du kes birîndar bûn.

Sekreterê Giştî yê NATO'yê Mark Rutte got: “Kiryarên bêsedem ên Rûsyayê ji bo me hemûyan gef in.”

Hikûmeta Romanyayê ragihand ku ew dikare xala 4'emîn a peymana NATOyê li dijî Rûsyayê bikar bîne.

xala 4'emîn rê dide her endamekî rêxistina berevanî ku dema serwerîya wê tê binpêkirin bi fermî daxwaza civîneke şêwirdarîyê bi endamên din re bike.

Herwiham xala 5'emîn a peymanê dibêje ku êrîşek li ser her endamekî NATO'yê êrîş e li ser hemû welatên NATO'yê û divê endamên hevalbendîyê li gor wê bersiv bidin.