Wezîrê Berevanî yê Romanya Vasile Dincu karvekişîna xwe ragihand.
Dincu di rojên borî de gotibû ku tekane rêka Ukrayna ya bo rawestandina şer dîyaloga bi Rûsya re ye.
Wî da zanîn ku ew nikare bi serokomarê welat re hevkarîyê bike û jiber vê sedemê wî dest ji kar berdaye.
Romanya, ku sînorê wê yê bi Ukrayna re 650 kîlometre ye, endama NATO û Yekîtîya Ewrupa (YE) ye.
Ji destpêka şerê Rûsya û Ukrayna vir ve bi qasî 2,6 mîlyon Ukraynî di ser Romanya re derbazî welatên Ewrupî bûne.