Roza George derbarê jiyan û xebata xwişka xwe Margrêt George axivî û bîranên bi wê re bo Dengê Amerîkayê parve kirin.
Margrêt yekem jina Pêşmerge bû. Ew Krîstiyaneke ji Herêma Berwarî Bala û rûniştvana gundê Dûrê bû, ku nêzîkî nahîya Kanî Masê ye.
Roza ku keça George ê Dûreyî ye û xwişka biçûk a yekem pêşmergeya jin bû di şoreşa Îlanê de, qala xwişka xwe ya Pêşmerge dike û hin pêzanînên derbarê jiyana wê eşkere dike.
Margirêt George yekem Pêşmergeya Jin di salên 1960an de li Kurdistana Îraqê
Roza dibêje, Margrêt keçek ciwan û bedew bû, Pêşmergeyek çalak bû, her tim tevî bavê xwe li herêmên weke Bilê, Barzan, Qumrîyê li Berwarî Bala di nava şoreşê de bû û beşdarî çendîn şer û pevçûan bû li dijî hêzên rejîma Îraqê ya wî serdemî.
Roza got, Margrêt heta pola 4an a seretayî xwendibû, lê ew gelek jîr û zîrek bû, hez ji helbest, stran û hunerê dikir.
Roza û Margirêt, Margirêt û bavê wê George Dûreyî
Roza dibêje, xwişka wê Margrêt destpêka salên 1960'an tevlî Şoreşa Kurdî bû. Margrêt di sala 1969’an de di şert û mercên ku hîn jî nezelal in de, jiyana xwe ji dest dabû. Wê li gundê Qumrîyê jiyana xwe ji dest da.
Bêtirî pêzanînan di axaftinên Roza George de temaşe bikin:
Your browser doesn’t support HTML5
Roza George Behsa Jiyan û Xebata Pêşmergatîya Margirêtê Dike