Rûsya Dibêje Ew Amade Ye di Danûstandinên Venezuela de Rol Bilîze

Rûsya ragihand ku ger hikûmeta Venezuelî û opozîsyon bixwaze, ew amade ye di danûstandinên navbera her du alîyan de rolekê bilîze.

Wezareta Derve ya Rûsî îro Duşemê bi daxuyanîyeke nivîskî dilgeşîya xwe dîyar kir ku danûstandinên li Oslo didomin, lê hişyarî jî da ku divê ti hez gefan li rêbertîya Venezuela nake.

“Em berdewamkirina danûstandinan li Oslo erênî dibînin û ger daxwaz were hazir in rol jî bilîzin, lê nayê qebûl kirin ku ti kes hişyarî bide serokê Venezuela ku desthilatê berde.”

Hikûmeta Norwêcê roja Şemîyê ragihandibû nûnerên hikûmeta Venezuelî û opozîsyonê, piştî gera yekê ya danûstandinan wê careke din bizivirin maseya danûstandinan.