RSF: Asta Azadîya Rojnamegerîyê li Îraqê Daketîye

World Press Freedom Index 2026

Rêxistina Peyamnêrên Bê Sînor (RSF) ragihand ku azadîya rojnamegerîyê li Îraqê di 2026'an de ji sala borî xirabtir bûye.

RSF got ku di nîşandeka 2026'an de Îraq di rêza 162'an li lîsteya 180 welatan de ye ku rêza yekem welatê herî azad e. Di raporta 2025'an de Îraq di rêza 155'an de bû.

Li gor raporta rêxistina ku navenda wê li Parîsê ye, di navbera nebûna aramîya siyasî û givaştinên darayî de, rojnamevan ji her alî ve bi gefan re rû bi rû dibin. Ev jî di demekê de ye ku hikûmet ji ber lawazîya xwe nikare wan biparêze.

RSF dibêje dezgehên medyayê yên Îraqê bi partîyên siyasî ve girêdayî ne ku siyaseta rojnamegerîyê kontrol dikin. Wekî mînak kanala televîzyona El Forat bi Encûmena Bilind a Îslamî ya Îraqê ve girêdayî ye. Herwiha, civakên olî xwedî dezgehên xwe yên medyayê, wek televizyona Îştar a Kristîyanan.

RSF dibêje li Herêma Kurdistanê rewşa medyayê rêxistinkirî ye û partîyên opozîsyonê dengê xwe bi rêya kanalên wek NRT, ku bi tevgera "Nifşa Nû" ve girêdayî ye, digihînin raya giştî.

Raportê diyar kir ku ji ber bandora siyasî li ser rojnamegerîya Îraqê zehmet e ku rojnamevanîyeke hevseng û serbixwe peyda bibe. Gelek dezgehên ragihandinê ji ber vê şopandina xwepêşandanên dijî gendelîyê rastî êrîşan hatine. Li Herêma Kurdistanê jî rojnamevanên rexnegir bi tawanên sîxurîyê hatine zindankirin.

Tevî aramîya siyasî ya vê dawîyê, RSF dibêje gelek rojnamevan ji alîyê komên çekdar û rêxistinên cîhadî li Îraqê ve têne girtin, kuştin an jî dibin dîl.