RSF: Azadîya Rojnamegerîyê li Sûrîyê Baştir Bûye Lê Hîn Binpêkirin Hene

Rêxistina Peyamnêrên Bê Sînor (RSF) di raporta xwe ya sala 2026'an de diyar dike ku rewşa azadîya rojnamegerîyê li Sûrîyê baştir e ji dema desthilata Beşar Esed, lê rêxistina navnetewî rexneyan li hikûmeta demkî ya Sûrîyê jî dike.

RSF di nîşandeka 2026'an de Sûrîye danî rêza 144'an ji 180 welatan. Ez jî beramber raporta sala borî pêşektineke mezin e. Di nîşandeka 2025'an de Sûrîyê di rêza 177'an de bû.

RSF ragihand ku ketina rejîma Esed di dawîya sala 2024'an de dawî li 50 salên tepeserkirina hovane û tund a li ser rojnamegerîyê anî. Tevî başbûnên berbiçav di rewşa karê rojnamevanan de, azadîya wan ji ber ne aramîya siyasî ya berdewam lawaz dimîne.

Dezgehên medyayê yên ku berê li deverên di bin destê serhildêran de bûn, êdî vegeriyane ser kar. Wekî mînak, Radyoya Rozana, rojnameya Eneb Beledî, el Cimhûrîye, û Ekis el Seyr di nav wan dezgehên herî zêde tên şopandin de ne.

Dezgehên girêdayî bi welatê Qeterê ve, wek Syria TV û Al Jazeera, hîn jî bi bandor in.

Raporta RSF got tevî ku hikûmeta nû soz daye ku ji bo “rojnamevanîyeke azad” bixebite û “azadîya derbirînê” biparêze, di heman demê de rojnamevan, dezgehên medyayê û komên parêzvanên azadîya ragihandinî yên Sûrî daxwaza destûreke nû bo welêt dikin ku mafê wan misoger bike.

RSF rexne li desthilata nû ya veguhêz a Sûrîyê girt û ragihand ku di dema vê hikûmetê de rêjeya ewlekarîyê kêm bûye.

Wê got li dema pevçûnên tund ên di navbera hêzên hikûmetê û pêkhateyên netewî û olî de li Rojava, devera beravê û Suwêdayê, gelek rojnamevan rastî tundûtûjî û tirsandinê hatin.

RFS da zanîn ku rojnamevan, bi taybet yên ser ji civakên netewî û olî, bêparastin in.