RSF: Îran di Rêza Welatên Herî Xirab bo Azadîya Rojnamegerîyê de ye

Dîmeneke Tehranê. Wêne ji arşîvê ye.

Rêxistina Peyamnêrên Bê Sînor (RSF) ragihand ku di sala 2026’an de rêza Îranê di azadîya rojnamegerîyê de pileyekê daketiye.

Li gor raporta RSF’ê, ku navenda wê li Parîsê ye, rewşa Îranê li gor sala borî xirabtir bûye.

Raporta nû ya RSF’ê, ku Çarşemê belav bû, eşkere kir ku Îran niha di rêza 177’an de ye û di nav welatên herî xirab ên cîhanê de bo azadîya rojnamegerîyê dimîne.

Rêxistinê got ku "Îran di azadîya rojnamegerîyê de yek ji welatên herî zordar e. Ji sala 2022’an ve, dema ku xwepêşandanan destpê kirin, rêjîma Îranê qedexeyên li ser xwepêşander û rojnamegeran hîn tundtir kirin.”

Ev raport rewşa azadîya ragihandinê li 180 welatên cîhanê dişopîne.

Li gor raportê, sedema daketina Îranê di nav lîsteyê de berdewamîya zextên li ser medyayê, qedexeyên qanûnî û fişara li ser rojnamegeran e. Di lîsteya azadîya rojnamegerîyê de, Erîterya di rêza dawî (180) de ye, Koreya Bakur 179 e û Çîn jî di rêza 178’an de ye.