Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan got ku hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê wê hilbijartinên wî yên dawî bin.
Erdogan dîyar kir ku ew li gor qanûnên Tirkîyê tevdigere û hilbijartinên 31’ê jibo wî fînal e.
‘’Rewişa hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê, encam, wê jibo birayên min yên li dû min tên mîrat be.’’
Erdogan, sîyastvanê herî serketî yê Tirkîye ya modern e û ew pirtir ji 20 salan e welêt bi rêve dibe.
Ew, ku ji 2002’yan vir ve pirtir ji deh caran bi ser ketiye, herî dawî dawî di hilbijartinên seroktîyê yên Gulana 2023’an de jibo 5 salên din hat hilbijartin.
Piştî serketina Gulan 2023'yan, Erdogan dîyar kir ku ewê bi taybetî jibo Stenbolê dest bi xebatan bikin û wî bajarî jinûve bistînin.
Stenbol sala 2019'an bi berbijarîya Ekrem Îmamoglu ket destê Partîya Gel ya Komarî (CHP).
Îmamoglu li Stenbolê jinûve berbijarê CHP'ê ye û li hember wî berbijarê desthilata Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Murat Kurum e.
Jêder: NTV