Erdogan: Îsraîl Dewleta Herî Faşîst ya Cîhanê Ye

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Îsraîlê wek dewleta herî faşîst ya cîhanê bi nav kir û rêberê wê jî şiband Adolf Hitler.

Erdogan qanûna nû ya Îsraîlê ya bi navê "netew-dewlet" şermezar kir ku tenê jiu Cîhûyan re mafê çarenivîsê dide. Wî got ku ew qanûn zordestîya ser Fîlîstînîyan rêwa dike.

"Ev zagon, bê guman nîşan dide ku Îsraîl dewleta her Sîyonîst, herî faşîst û herî reysîst ya cîhanê ye. Ez bang li cîhanî Îslamî, cîhana Krîstîyan û hemî dewletên demokratîk û lîberal dikim ku hember Îsraîlê dengê xwe bilind bikin," Erdogan got.