Erdogan Dibêje Divê Netanyahu bi Tawanên Şer Were Darizandin

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Duşemê got ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jiber êrîşên li Gaza wê dawîya dawî bi tawanên şer were darizandin.

Erdogan dewletên Rojavayî ser piştgirîya jibo Îsraîlê rexne kir û îdia kir ku ew bê şert piştgirî didin Îsraîlê ku pitikên bê guneh bikuje.

“Qesabê Gaza Netanyahu, tawanbarê şer e û ewê wek Milosevic bi qesabîya xwe ya li Gaza were darizandin’’ Erdogan, serokê berê yê Yugoslav Slobodan Miloseviç bi bîr xist ku li jiber sûcên dijî mirovahîyê û komkujîyê li Laheyê hatibû darizandin.

Erdogan, dewletên Rojavayî ser piştgirîya ji Îsraîlê re tawanbar kir û got ku ew hêz bi hecêta Hamasê naxwazin kuştinên li Gazayê bibînin.

Serokê Tirk hêrsbûna xwe anî zimên ku êdî tiştek nemaye ku ew ji mirovahîyê re bibêjin.

Tirkîye, ku endama NATO ye, berovajî hevbendên xwe yên Rojavayî û hin dewletên Kendavê, Hamasê wek rêxistineke terorîst nabîne û jibo hin rêvebirên wê yên payebilind mazuvanîyê dike.

Erdogan, ku ji demeke dirêj vir ve dibêje ku divê Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) reformeke befireh çêke, dîyar kir ku NY li Gaza karê xwe baş nekiriye û nekanîye karmendên xwe jî ji mirinê rizgar bikirana.

Serokê Tirk got ku endamên herdemî yên civatê, Amerîka, Rûsya, Çîn, Brîtanya û Fransa nûnertîya cîhanê nakin.

Serokomarê Tirkîyê dîyar kir ku hewildanên Sekreterê Giştî yê NY’ê ji alîyê endamên civatê ve hatine sabote kirin û jiber ku yekîtîyeke wisa nikare aştî û hêvîyan çêke ew ne mecbûr in ku wê qebûl bikin.

Hêjayî bîrxistinî ye ku Erdogan bi berê jî Îsraîl wek dewleteke terorîst bi nav kiribû e gotibû ku ew li Gazayê tawanên şer pêk tîne û qanûnên navnetewî binpê dike.

Serokê Tirk herwiha gotibû ku şervanên Hamasê şervanên berxwedanê ne ku dijî dagirkerîya Îsraîlê ax, namûs û jîyana xwe diparêzin loma ew ne rêxistineke terorîst e û jibo berevanîya ax û gelê Filîstînî şer dike.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi tundî bersîva Erdogan dabû û gotibû ku ewê nehêlin ku piştgirên Hamasê dersan bidin Îsraîlê.

Netanyahu bertek dabû gotinên Erdogan û gotibû ku Erdogan piştgirî dide terorîstên Hamasê û herwiha gotibû ku Erdogan bi salan e gundên Kurdan bombebaran dike.