Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio bi Serokwezîrê Qeterê û Wezîrê Derve yê wî welatî Muhammed bin Ebdulrahman el-Tanî re civiya.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Tommy Pigott di malpera wezaretê de daxuyanîyeke kurt weşand û got ku Wezîr Rubio bi serokwezîrê Qeterê re kom bûye.
Heriwha Rubio di daxuyanîyekê de roja Şemîyê êvarê got, "Hevkarîya me ji bo piştgirîya Qeterê ye û rêgirtin e li gefan û pêşxistina aramîyê li Rojhilata Navîn e."
Wezareta Derve ya Qeterê jî ji alîyê xwe ve got ku el-Tanî li bajarê Miami bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio û nûnerê taybet ê Trump ji bo aştîyê Steve Witkaff re civiya.
Hevdîtin li ser hewldanên navbeynkarîyê ji bo gihîştina rêkeftinekê di navbera Washington û Tehranê de bûn.
Li gorî raporteke Wezareta Derve ya Qeterê, di civînê de pêşketinên dawî yên li herêmê û navbeynkarîya Pakistanê ji bo sivikkirina rageşîyê û xurtkirina ewlehî û aramîyê li herêmê hatin gotûbêjkirin.
Serokwezîrê Qeterê tekez kir ku divê hemî alî bersiva hewldanên navbeynkarîyê yên berdewam bidin da ku rê li ber çareserkirina sedemên bingehîn ên derketina alozîyan vekin.
Rojnameya Times of Israel jî nivîsand ku Qeter li pişt perdê wekî kanalek ragihandinê di navbera Washington û Tehranê de tevdigere, di heman demê de Pakistan roleke navbeynkarîyê ya sereke dilîze.
Di çarçoveya hevkarîya Qeter û Pakistanê a navbeynkarîya danûstanên Amerîkayê û Îranê de, ajansa Reuters ragihand ku tankereke gaza xwezayî ya şil ya Qeterê roja Yekşemê ji bo cara yekem ji destpêka şerê Îran ve ji Tengava Hormuz derbas bû û ber bi Pakistanê ve çû, di heman demê de Washington hîn jî li benda bersiva Tehranê ye ji bo pêşniyara wê ya dawî ya destpêkirina danûstandinan ji bo bidawîanîna şer.
Ev hewldan berdewam dikin di demekê de ku danûstandin li ser çarçoveyek ji bo bidawîanîna şer û peymanek berfirehtir di navbera Amerîkayê û Îranê de berdewam dikin.