Rubio di Serdana Hindistanê de Beşdarî Merasîma 250 Salî ya Serxwebûna Amerîkayê Bû

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio roja Sêşemê 20’ê Cotmehê gihîşt Mumbai paytexta Bazirganî û aborî ya Hindistanê, da ku tevlî pîrozbahîya “Freedom 250” bibe ya ku ji bo 250 salîya serxwebûna Amerîkayê tê çêkirin.

Rubio di dema serdana xwe ya Mumbai de bi Wezîrê Derve yê Hindistanê Subrahmanyam Jaishankar re civîya.

Li ser malpera fermî ya Wezareta Derve ya Amerîkayê daxuyanîyek hat belav kirin û tê de hat eşkere kirin ku herdu wezîran li ser pirsgirêkên herêmî û cîhanî, bi taybetî jî li ser geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn axivîn.

Di nav civînê de, Rubio got ku zêdekirina bazirganîya enerjîyê ya bi Amerîkayê re, dikare ji bo guhertin û berfirehkirina rêyên dabînkirina çavkanîyên Hindistanê bibe alîkar û hewcedarîyên gelê wê bi cih bîne.

Wî herwiha pesna pêşveçûnên dawî yên di warê berevanîyê de kir.

Rubio daxwaz kir ku kirîna teknolojî û sîstemên Amerîkayê bê zêdekirin, da ku ewlehî û aborîya herdu welatan hîn baştir bibe.

Herwiha, Wezîrê Derve yê Mîrgehên Yekbûyî ên Ereb Şêx Abdullah bîn Zayîd jî tevlî wan bû û her sê wezîran civîneke sêalî pêk anîn da ku li ser ewlekarîya enerjîyê û girêdanên aborî yên herêmî biaxivîn.

Rubio di axaftina xwe de got ku dibe ku herdu welat di her tiştî de ne wek hev bifikirin, lê peywendîya navbera Amerîka û Hindistanê xurt û taybet e.