Rubio Dest bi Geşta Rojhilata Navîn Kir

Wezîrê Derve Marco Rubio li Îmaratên Erebî

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio îro Sêşemê gihîşt paytexta Îmaratê Ebû Dabî û dest bi geşta xwe ya Rojhilata Navîn kir.

Wezîrê derve yê Amerîkayê Marco Rubio, dema giha Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî li firîngehê daxuyaniyek da û got "Destûr nayê dayîn ku ti welatek li ser rêyên avî yên navneteweyî bac an jî xerc bistîne."

Rubio li wir dê li ser peymana ligel Îranê û ewlekarîya Tengava Hormuzê biaxive.

Dema ku Rubio gihîşt herêmê, wî ji rojnamevanan re got ku “di ti peymana bi Amerîkayê re de, Îran nikare bacê ji keştîyên di Tengava Hormuzê re derbas dibin bistîne, ji ber ku ev li dijî qanûnên navneteweyî ye.”

Rubio herwiha tekez kir ku heta komên ser bi Îranê ve mûşekan bavêjin, şer li herêmê bidawî nabe.