Rubio di Geşta Welatên Kendavê de Serdana Kuweytê Dike

Gehşta Marco Rubio ya Rojhilata Navîn

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio roja Çarşemê di gera xwe ya Rojhilata Navîn de bi rêberê Îmaratên Erebî yên Yekbûyî re hevdîtin kir, da ku hevalbendên Kendavê piştrast bike ku Yadaştnameya Lihevtêgihîştinê ya Amerîkayê bi Îranê re dê hevkarên li herêmê yên ku Îranê di şer de êrîşî wan kirbû piştrast û dilrihet bike.

Piştî hevdîtinê bi rayedarên Îmaratê re, Wezîrê Derve Rubio îro Çarşemê gehîşt Kuweytê.

Geşta Rubio ya ji bo herêmê, ji bo gotûbêjkirina Yadaştnameya Lihevtêgihîştinê ya di navber Amerîka û Îranê de ye ku ligel hevalbendên li welatên Kendavê pêk tîne.

Rubio, berîya geşta xwe ya Kuweytê, serdana Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat) kir.

Wî li wir bi Serokê Îmaratê Mihemed bîn Zayid Al Nahyan re civîya û di hevdîtinekê de behsa peymana lihevkirinê ya ligel Îranê, derbasbûna ewle ji Tengava Hormuzê û giringîya aştîya li herêmê kir.

Hêjayî gotinê ye ku Wezxîrê Derve Marco Rubio di yekem êstgeha gehşta welatên Kendavê de gihabû Abu - Dabî.

Rubio li firîngehê bal kişand ser hin girjîyên li herêmê û got ku "Paşeroja Libnanê bi rêya hikûmeta wan a serwer û hilbijartî ya gelê Libnanê tê naskirin."

Wî herwiha tevî Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance roja Sêşemê ligel Serokê Libnanê Joseph Aoun bi rêya telefonê axivîn û mekanîzma pêkanîna agirbestê û rêvebirina rewşa li herêmê gotûbêj kirin.