Washington —
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio îro Çarşemê li Wezareta Derve bi hevtaya xwe ya Brîtanî Yvette Cooper re civîya.
Ev kombûn tê di çarçoveya serdana çar rojî ya Şahê Brîtanyayê Charles û Şahjin Camilla bo Amerîkayê de, di demekê de ku peywendîyên herdu welatan di qonaxeke hestiyar re derbas dibin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump gelek caran rexne li serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer kirine ji ber ku Trump dibêje ew di şerê dijî rejîma Îranê de ne alîkar e.
Lê Serok Trump û xanima yekem Melania Trump bi merasîmeke mezin û taybet pêşwazî li Şah û Şahjina Brîtanî kirin.
Trump di axaftina xwe ya pêşwazîyê de Amerîka û Brîtanya weku du welatên herî bêhempa li cîhanê anîn ziman.