Rubio Dibêje Denîmarkê Peymana Berevanîyê ya Greenland Pesend Kiriye

US Secretary of State Marco Rubio speaks to the media at the Solaire hotel in Paranaque

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio pêşwazî li pesendkirina peymana Greenlandê ji alîyê Parlemana Denîmarkê ve kir û got ku ev gav dê ewlekarîya Amerîka û hevalbendên wê yên NATO'yê xurt bike.

Rubio îro Pêncşemê li ser platforma X'ê got ku peyman hevkarîya berevanîyê ya di navbera Amerîka, Denîmark û Greenlandê de nûjen dike.

Greenland giraveke xweser e ku dikeve navbera Okyanûsa Arktîk û ya Atlantîkê, û girêdayî Denîmarkê ye. Di 22'ê Îlona 2026'an de, Amerîka û Denîmark û Greenland rêkeftineke berevanî îmze kir ku bi rêya wê dê hebûna Amerîka ya leşkerî li giravê berfirehtir bibe.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê herwiha diyar kir ku peyman dê ewlekarîya neteweyî ya Amerîka û hevalbendên wê yên NATO'yê xurt bike.

Rubio got ku "pesendkirina îro ya peymana Greenlandê ji alîyê parlemana Denîmarkê ve dê me hemûyan ewletir û bihêztir bike."