Beşekî Nû yê Balyozxaneya Amerîkî li Hindistanê Vedibe

U.S. Secretary of State Rubio visits India

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio roja Şemîyê berfirehkirinek di balyozxaneya Amerîkayê li New Delhîyê de kir. Ev beş dê bibe cihê pêkanîna erkên qunsulxaneyê.

Marco Rubio got ku armanca zêdekirinê xurtkirina vekolîn û rêveberîya vîzayê û baştirkirina ewlehîya sînor e.

Li gorî daneyên fermî, beşê nû dê bibe alîkar ku kontrolên ewlehîyê ji bo serlêdanên vîzayê werin xurtkirin, nemaze li welatekî wekî Hindistanê ku hejmareke mezin ji serlêdanên vîzayê ji bo Amerîkayê hene.

Rubio di merasîmê de got, "Her biryara vîzayê biryareke ewlehîya neteweyî ye."

Ev proje wekî beşek ji siyaseta "Amerîka Yekem " ya Serok Donald Trump tê, ku berê tekezî li ser xurtkirina ewlehîya sînor û kontrolkirina koçberîyê kiriye.