Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku "Hikûmeta Îranê ji her demeke borî lawaztir e û aborîya wê hildiweşe."
Rubio do Çarşemê li Komîteya Peywendîyên Derve ya Civata Senatoya Amerîkayê got ku "Her çendê xwepêşandanên li Îranê kêm bûne, ez hêvî dikim ku ew di siberojê de ji nû ve destpê bikin."
Gotinên Rubio tenê bi çend demjimêran hatin, piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump careke din egera kiryareke leşkerî dijî Îranê anî zimên. Wî got ku eger Tehran red bike bi Washington re danûstandinan bike, ewê rastî êrîşeke pir mezintir ji ya berê bibe.
Wezîrê Derve derbarê xwepêşandanên Îranê got: "Yek ji pirsgirêkên bingehîn yên rejîma Îranê ew e ku ev xwepêşandan cuda ne ji yên berê. Vê carê ti rê nîne ku daxwazên serekî yên xwepêşanderan çareser nekin, ku ew jî aborîya ku niha hildiweşe."
Rubio tekez kir ku aborîya Îranê têk diçe, hem ji ber sizayan û hem ji ber ku ew hemû pere û çavkanîyên xwe li ser çekan û piştgirîya komên terorîst li tevahîya cîhanê xerc dike.
Derbarê kiryarên Washington li Venezualayê û girtina dîktator Nicolas Maduro, Rubio got, ev cara yekemîn di nav 20 salan de ye ku danûstandinên cidî li ser lawazkirin yan nehiştina hebûna Îranê û Rûsyayê û bandora Çînê li Venezualayê tên kirin.