Rubio: Rêkeftin Nabe Eger Îran Dest bi Wergirtina Pereyan ji Hormuzê Bike

Rubio en route to NATO foreign ministers meeting

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio roja Pêncşemê got ku peymaneke dîplomatîk di navbera Amerîka û Îranê de ne pêkan e eger Tehran planeke ji bo berhevkirina pereyan ji bo derbasbûna ji Tengava Hormuzê ji nû ve dest pê bike.

Wezîr Rubio ji rojnamevanan re got, "Kes li cîhanê piştgirîya sîstema dravdanê nake. Ev nikare bibe. Ev nayê qebûlkirin. Ger ew berdewam bikin, ne mpêkan e ku peymaneke dîplomatîk çê bibe. Ji ber vê yekê, ger ew wê bikin, ew ê ji bo cîhanê bibe gef."

Wî her wiha got ku di danûstandinên bi Tehranê re ji bo bidawîkirina şerê Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê de "hin pêşketin" çêbûne, û got ku "nîşanên baş" hene, lê Washington "bi pergaleke ku bi xwe hinekî parçebûyî ye re rû bi rû ye.

Rubio got ku berpirsên payebilind ên Pakistanî dê îro biçin Tehranê da ku di danûstandinan de navbeynkarîyê bikin.

Wî got, "Serokê Amerîkayê hewce dike ku peymaneke baş bi dest bixe... Ez ne li vir im ku bêjim ev dê bibe, ez li vir im ku bêjim em hemû hewla xwe didin ku bibînin ka em dikarin peymanekê bi dest bixin.”

Wî got, "Eger rêkeftineke baş neyê kirin, Donald Trump eşkere kiriye ku bijarên wî yên din jî hene."