Marco Rubio: Dê Tengava Hormuzê Vebe û Nift Erzan Bibe

U.S. Secretary of State Marco Rubio walks outside the Great Hall of the People on the day of a state banquet with President Trump.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio îro Pêncşemê got ku Tengava Hormuzê dê vebe û dê bihayên niftê dakevin.

Rubio di hevepyvînekê de li ser kenala NBC News behsa doseya navokî ya Îranê kir û got ku “Îraneke navokî dê bihayekî wê hebe.”

Rubio anî ziman ku “eger ew çekên navokî bi dest bixin, çi dê wan ji kontrolkirina Tengavê vegerîne? Ew ê bibe pirsgirêkeke mayînde.”

Dîplomatê Amerîkî bal kişand ser wê yekê ku “tiştê ku Serok eşkere dike ew e ku eger Îranî difikirin ku ew ê siyaseta me ya navxweyî bikar bînin da ku wî neçar bikin ku peymaneke xirab bike, ew yek dê çênebe.”

Rubio di hevpeyvîna xwe de, ku wezareta derve hin beşên wê li ser platforma X’ê belav kirin, her wiha qala rewşa Taywanê kir û got ku, “Siyaseta Amerîkayê ya li ser mijara Taywanê nehatîye guhertin. Çîn her tim ji alîyê xwe vê mijarê tîne ziman û em her tim helwesta xwe eşkere dikin û derbasî mijarên din dibin.”

“Ji perspektîfa me ve, her guhertineke bi zorê di rewş û statuya heyî de dê ji bo herdu welatan xirab be. Em naxwazin tiştekî wêranker çêbibe ji ber ku ew dê hem ji bo cîhanê û hem jî ji bo herdu welatan wêranker be,” Wî got.