Rubio Raportên ser Qedexekirina Lîstikvanên Îranê bo Kupaya Cîhanê Red Dike

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio red dike ku Amerîka dê rê nede lîstikvanên tîma futbola Îranê vê havînê beşdarî Kupaya Cîhanê bibin.

Rubio roja Pêncşemê di dema civîna karbidestên Amerîkî ligel balyozên Îsraîl û Libnanê de li Koşka Sipî got: "Amerîka negotiye ew nikarin werin. Pirsgirêka ligel Îranê ne ya lîstikvanan e, lê ya gelek kesên din e ku ewê bi xwe re bînin, ku hinek ji wan girêdayî Pasdarên Şoreşa Îslamî ne."

Wezîrê Dervê yê Amerîkayê herwiha diyar kir "emê nehêlin ku ew kes werin, lê ne lîstikvan. Ez nizanim ev yek ji ku derê tê, ji bilî ku eger Îran biryarê bide ku neyê û Îtalya cihê wê bigire. Eger ew ji ber xwe ve neyên, ew biryara wan e. Lê ew nikarin komeke terorîstên Pasdaran bi xwe re bînin welatê me û wan wekî rojnamevan û rahênerên werzişî bidin nasîn."

Raportek roja Yekşemê belav bûbû ku hikûmeta Amerîkayê daxwaz ji FIFA kiriye ku Îranê ji Kupaya Cîhanê derxîne û li şûna wê Îtalyayê deyîne.

Kupaya Cîhanê di 11'ê Hezîranê de li Amerîka, Kanada û Meksîkê destpê dike. Piranîya lîstikan dê li Amerîkayê lidar bikevin.

Tîma Îranê yek ji 48 tîmên niştimanî ye ku di vê pêşbirka cîhanî de beşdar dibin.