Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio îro Sêşemê got ku çi rê li cîhanê nînin ku tê de “rejîma terorîst a Îranê çekên navokî bi dest bixe. Ne di bin çavdêrîya Donald Trump de, ev yek teqez e.”
Rubio ji rojnamevanan re got,” Serok Trump dizanibû ku eger em berê lê nexin, dê bêtir Amerîkî werin kuştin. Ewqas hêsan e. Ew ê hertim silametî û ewlehîya gelê Amerîkî bide pêş her tiştî.”
Wezîr Rubio anî ziman ku “ Îran ji hêla dîn û tundrewên olî ve tê rêvebirin ku dixwazin çekên xwe yên navokî li pişt bernameyeke mûşek û terorîzmê pêşve bibin da ku cîhan ji tirsa van tiştan nikaribe nêzîkî wan bibe.
“Ev rewşa wan a herî lawaz e. Niha dem e ku em li dû wan biçin,” Rubio got.
Mezinê dîplomatên Amerîkî got ku “Em ê mûşekên Îranê û mûşekavêjên wan hilweşînin. Em ê şiyana wan a çêkirina wan hilweşînin. Em ê hêza wan a deryayî hilweşînin.”
“Tevgera di vê demê de îhtîmala herî bilind a serkeftinê di destxistina van armancan de da me,” wî got.