Rubio û Serokwezîra Îtalyayê Kom Dibin

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio îro Înê ligel Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni li Romayê kom bû.

Civîna Rubio û Meloni beşek e ji serdana du rojî ya karbidestê Amerîkî bo Îtalyayê ku tê de ligel Papayê Vatîkanê Leo jî kom bû.

Heta niha ti daxuyanî ji herdu alîyan derneketîye, lê hatibû pêşbînîkirin ku peywendîyên Amerîka ligel Îtalya û Yekîtîya Ewrupayê yek ji mijarên serekî yên gotûbêjan be, ligel şerê Îranê û yê Rûsya li Ukraynayê.