Rubio li Konferansa Munich: Neteweyên Yekbûyî Nikarîbû Pirsgirêkan Çareser Bike

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio di Konferansa Ewlekarîyê ya Munichê de axaftineke berfireh kir, tê de banga vejandina hevpeymanîya Rojavayî, helwesteke tundtir li dijî dijminan û guhertina girêdana bi sazîyên navnetewî kir.

Di beşekî axaftina xwe de îro Şemîyê, Wezîrê Amerîkayî bal kişand ser Îran û Rojhilata Navîn û got ku dîplomasîya navnetewî têk çûye û rêbertîya biryardar a Amerîkayê girîng dimîne.

Rubio programa navokî ya Îranê wek mînakeke serekî ya kêmasîyên sazîyên navnetewî binav kir.

Wî got ku Neteweyên Yekbûyî (NY) "bêhêz bû ku programa navokî ya mellayên Şî'e yên tund li Tehranê asteng bike" û destnîşan kir ku dîplomasiya piralî bi tena serê xwe bêbandor bû. Li şûna vê, wî kiryarên rasterast ên Amerîkayê wekî çareserîyek ji gefan re pênase kir û got ku rawestandina programa Îranê "pêwîst bû ku 14 bombe bi awayekî rasterast ji firokên B-2 yên Amerîkî werin avêtin."

Wî herwiha da zanîn: "Neteweyên Yekbûyî nikarîbû hember gefa ser ewlekarîya me ya ku ji hêla dîktatorekî terorîst ê narkotîkê li Venezuelayê ve hatî çêkirin, çareser bike. Pêwîst bû ku hêzên taybet ên Amerîkî wî kesê revîyayî derxin pêşberî dadgerîyê."

Rubio got: "Neteweyên Yekbûyî nikarîbû pirsgirêka Gezayê çareser bike. Rêbertîya Amerîkyê bû ku dîl ji nav destên hovan rizgar kir û agirbesteke nazik pêk anî." Wî herwiha behsa hewldanên Amerîkayê yên ji bo çareserkirina krîza Ukraynayê kir.

Wezîrê Derve destnîşan kir ku krîzên bi vî rengî nîşan didin ku çima welatên Rojavayî nikarin tenê xwe bispêrin qanûna navneteweyî an dîplomasîyê.

"Em nikarin berdewam bikin ku kesên bi awayekî vekirî gefê li welatiyên me dikin û abstraksîyonên qanûna navneteweyî wekî mertal bikar tînin."

Rubio herwiha siyasetên cîhanbûnê yên ku bi dehan salan aborî û serwerîya Rojava xera kirine, bi tundî rexne kir.

"Me bêtir serwerîya xwe dida sazîyên navnetewî," wî got, li dema ku rikeberan hêza leşkerî û bandora aborî zêde dikirin.

Diplomatê payebilind yê Amerîkayî banga reformê kir li şûna ku dev ji sazîyên cîhanî yên wekî Neteweyên Yekbûyî berdin, û got ku ew hîn jî "potansîyeleke mezin heye ku bibin amûrên qencîyê", lê divê ew neyê jibîrkirin ku ew niha di çareserkirina krîzên mezin de bêbandor in.

Di dawîya axaftina xwe de Rubio banga vegerandina bawerî û yekîtîya di navbera neteweyên Rojava de kir.

"Tiştê ku em dixwazin hevpeymaneke bihêz e, hevpeymaneke ku amade be gelê xwe biparêze, berjewendîyên xwe biparêze û azadîya tevgerê biparêze, ku dê bihêle em çarenivîsa xwe bi xwe diyar bikin."

Li gorî rêkxerên Konferansa Ewlekarîyê ya Munichê, ku dê zêdetirî 50 serok û rêberên ji seranserê cîhanê beşdar bibin. Herwiha ji seranserê cîhanê 115 welat di konfransê de beşdar dibin. Di destpêka vê hefteyê de, serokê komê Wolfgang Eschinger got ku tê çaverêkirin ku zêdetirî 50 endamên Kongresa Amerîkayî beşdar bibin.

Konferansa Ewlekariyê ya Munichê forûmeke girîng e ji bo nîqaşên cîhanî li ser mijarên sereke yên siyaseta ewlekarîya navneteweyî. Ew heta Yekşemê berdewam bike.