Rubio Piştgirîya Hevalbendên NATO Derbarê Îranê Dixe Jêr Pirsê

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio rexne li hevpeymanîya NATO'yê girt û got ku hin welatên Ewrupayî nehiştine ku Amerîka bingehên wan ên leşkerî di dema Rewşa Awarte de bikar bîne.

Piştî civînekê ligel Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni, Rubio îro Înê ji rojnamevanan re axivî û pirsî ka çima hevalbendan piştgirî nadin hewldanên Washingtonê yên li dijî Îranê û vekirina Tengava Hormuzê.

Rubio got ku "ji gotinên tund wêdetir" pêdivîya wan bi kiryarên li dijî kiryarên rejîma Îranê heye.

"Yek ji sûdên NATO'yê ji bo me ew bû ku me dikarîbû hêzên xwe li Ewrupayî jî bicih bikin," wî got.

"Em di rewşeke awarte de bûn û hin welatên Ewrupayê, wekî Spanya, red kir ku van bingehan ji bo bûyereke pir girîng bikar bînin û ji hin alîyan ve redkirina bikaranîna wan bi rastî rê li ber peywirê girt," karbidestê Amerîkî got.

Rubio herwiha destnîşan kir ku tevgerên hin welatên Ewrupayî ji bo hêzên Amerîkî rîskeke nehewce afirandiye.

Ji destpêka operasyona leşkerî ya Amerîkayê li dijî rejîma Îranê, hejmareke welatên Ewrupayî rê neda Amerîka ku bingehên wan ên hêzên asmanî ji bo vê operasyonê bikar bîne.

Karbidestên Amerîkî nerazîbûna xwe li hember biryarên hin dewletên endamên NATO'yê nîşan da û Serok Donald Trump derbarê vê yekê hişyarî da.