Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio îro Înê li Washingtonê mêvandarîya hevtayê xwe yê Pakistanî Mihemed Îshaq Dar kir.
Rubio li ser platforma X'ê spasîya Pakistanê kir ji ber rola wê di pêşvebirina aştîyê de li Rojhilata Navîn.
"Me li ser girîngîya karê bi hev re lihev kir ji bo xurtkirina hevparîyeke watedar bo ewlekarîyeke baştir û dewlemendtir bo herdu welatên me," Rubio got.
Ji destpêka nakokîya vê dawîyê di navbera Amerîka û Îranê de, Pakistanê bi rola navbeynkarîyê rabûye û mêvandarîya gera yekê ya danûstandinên rasterast di navbera nûnerên herdu welatan de kiriye.
Heta niha jî Pakistan di navbera Washington û Tehranê de wekî naybeynkar diçe û tê.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Înê ragihand ku ewê biryareke dawî li ser mijara Îranê bide.