WASHINGTON- Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ji Komîteya Têkilîyên Derve ya Senatoyê re got ku Îran hîn jî hejmareke mezin ji dronan hene, lê şiyanên leşkerî yên wê gelekî qels bûne.
Marco Rubio, ku roja Sêşemê derket pêşberî Komteya Kongresê, bersiva pirsên li ser stratejîya rêveberîya Amerîkayê ji bo şerê li dijî Îranê bide, berevanî ji biryara rêveberîyê kir û ji Komîteya Têkilîyên Derve ya Senatoyê re got ku Tehran hewl dide ku şiyanên xwe yên leşkerî yên kevneşopî wekî "mertalek"ê ji bo parastina bernameya xwe ya navokî bikar bîne.
Wî got, "Komara Îslamî li ber bidestxistina çekên navokî bû û heke Operasyona Hêrsa Dastanî nehatiba kirin, dê pir dereng bûya ku Îran bihata rawestandin."
Rubio got, "Em hîn jî bi Komara Îslamî ya Îranê re di danûstandinan de ne."
Wezîrê Derve yê Amerîkayê got ku pêkan e ku Îran razî bûbe ku li ser beşên bernameya xwe ya navokî ku berê red kiribû gotûbêj bike, lê ev yek garantîyek nîne ku danûstandin dê bibin sedema peymanekê ji bo bidawîkirina şerê Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê.
Rubio got, "Vekirina Tengava Hormuzê şertê yekem e ji bo her pêşveçûnekê di gotûbêjên bi Îranê re de." Wî got, "lê Em ne amade ne ku tenê bo xatirê vekirina tengava Hormuzê sizayên ser Îranê rakin."