Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio îro Şemîyê ragihand ku wî di çarçoveya danûstandinên G20 de bi hevtayê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov re axivîye û derbarê hevdîtineke pêkan di navbera serokên her du welatan de ji bo meha bê, gotûbêj kiriye.
Rubio di konferanseke rojnamevanî de li Atlantayê, cihê ku civîna G20 li dar ket, got "Me bi kurtî behsa wê yekê kir ku dibe serokên me meha bê di hilcivîna APEC'ê de têkilîyê bi hev re deynin."
Hilcivîna Hevkarîya Aborî ya Asya-Pasîfîkê (APEC) di Mijdarê de li Çînê çêdibe.
Rubio tekez kir ku wî bi Lavrov re hevdîtineke fermî pêk neanîye.
Derbarê Îranê, karbidestê Amerîkî got ku di demekê de danûstandinên aştiyê rawestîyane, Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê êrîşên nû yên li dijî Îranê de hîn biryarek nedaye.
"Eger em bixwazin, em dikarin bigihêjin armancên xwe yên leşkerî. Lê wî (Trump) hîn biryarek nedaye. Îro di vî warî de ti daxuyanîyeke min ji bo we nîne, herwiha em vê mijarê jî bi awayekî sivik nagirin," Rubio ji rojnamevanan re got.
Civîna welatên G20 do Înê û îro Şemîyê li bajarê Atlanta yê wîlayeta Georgia ya Amerîkî birêve çû.