Rubio Soz Dide ku Ebola li Amerîkayê Belav Nebe

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio dibêje ku divê Amerîka nexweşîya Ebola li Amerîkayê belav bibe, di demekê de ku ev nexweşî li Komara Demokratîk a Kongoyê bûye sedema herî kêm 220 kesan.

Rubio îro Çarşemê di civîneke kabîneya hikûmeta Amerîkî de got: "Wezareta Derve û dezgehên din ku li vir amade ne, Navendên Kontrolkirina Nexweşîyan, Wezareta Tenduristî û ên din, pir kar dikin da ku ev krîz li wan welatan bimîne ewên ku niha lê peyda dibe, bi taybet li Komara Demokratîk a Kongoyê. Me alîkarî zêde kir da ku piştrast bikin ku ew li wir tê sînordarkirin."

Navendên Amerîkayê yên Kontrolkirina Nexweşîyan (CDC) daxwazek şandîye ji karmendên xwe re da ku wekî xwebexş li firokxaneyên Amerîkî pişkinînê bo Ebolayê bikin.

Rêveberê Demkî yê CDC Jay Bhattacharya di emailekê de got ku dezgeha wî di 18'ê Gulanê de bersiva awarte ya Ast 2 çalak kir û bêtir derfetên kar ji bo karmendên nû peyda dike.

Ji bilî Washington, Atlanta û Houston, Wezareta Ewlekarîya Niştimanî cihekî pişkinînê li firokxaneya JKF ya New York jî zêde kir.

Ketinên Ebola li Amerîkayê nehatine piştrastkirin. CDC dibêje rîska nexweşîyê bo welatîyên Amerîkî hîn jî kêm e.