Rubio: Rêvebirîya Trump Diyaloga ligel Îran li Şûna Rûbirûbûnê Baştir Dibîne

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio got ku hikûmeta Amerîkayê amade ye bi her aktorekî cîhanê re biaxive, di nav de jî Îran.

Rubio di konferansekê de îro Çarşemê derbarê metalên krîtîk, destnîşan kir ku ji hêla Amerîkayê ve diyalog nayê wateya dana rewatîyê bo alîyê din, lê belê nîşana amadebûna rûniştin, guhdarîkirin û danûstandina nêrînan ligel her welatekî, çi hevalbend be yan jî dijmin be.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê got ku Washington vekirî ye ji bo danûstandinên rasterast bi karbidestên Komara Îslamî ya Îranê re eger danûstandinên rasterast pêkan bin.

Li gor Rubio, Amerîka bawer dike ku çarçoveyeke taybet ji bo danûstandinên ku berê li Tirkîyê li hev kiribûn hatiye sazkirin, lê daxuyanîyên nakok yên karbidestên Îranî nîşan didin ku Tehran çarçoveyeke wiha qebûl nekiriye.

Diplomatê Amerîkayî dubare kir ku Amerîka herdem amade û dilsoz e ku bi Îranê re têkildar be, lê tekez kir ku her danûstandinek divê xwedî rojeveke zelal be da ku encameke watedar bidest bixe.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê got ku mijarên wekî mûşekên balîstîk ên Îranê, piştgirîya rêxistinên terorîst li herêmê, bernameya navokî ya Komara Îslamî û nêzîkatîya hikûmetê ya li dijî welatîyên wê divê di navenda her diyalogê de cih bigirin.

Li ser nerazîbûnên navxweyî yên Îranê, Rubio got ku daxwaza serekî ya xwepêşanderan aborî ye û hikûmeta Îranê nikare bersiva wan daxwazan bide. Wî diyar kir ku yek ji sedemên neşiyana Komara Îslamî ya peydakirina standardeke jiyanê ya baş ji gelê xwe re ew e ku welat çavkanîyên ji bo piştgirîkirina komên çekdar û çalakîyên terorîst li herêmê xerc dike.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê behsa helwesta Serok Donald Trump li ser tepeserkirina nerazîbûnên li Îranê kir û got ku gotinên giştî yên serokê Amerîkayê darvekirinên komî rawestandine.