Wezîrê Derve yê Amerîka Êrîşên Hûsîyan bi Tundî Şermezar Kirin

Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Marco Rubio, êrîşa Hûsîyan ya li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Şah Xalid li Riyadê bi tundî şermezar kir û ragihand ku ev êrîş bûye sedema kuştina hejmarek sivîlan, di nav wan de jî welatîyekî Amerîkayî.

Li gorî hejmarên fermî, di êrîşa roja Şemîyê de herî kêm 12 kes hatin kuştin û zêdetirî 300 kes birîndar bûn. Di nav qurbanîyan de welatîyekî Amerîkayî, çar welatîyên Siûdî, û herwiha welatîyên Bangladeş, Urdun, Filistîn, Sûrîyê, Sûdan û Misrê hebûn.

Rubio di daxuyanîya xwe ya ku li ser tora civakî X'ê belav kir de, êrîş wekî "kiryarek nefretbar" binav kir û got ku ev yek nîşan dide ku Hûsî bi jiyana mirovên bêguneh tu girîngîyek nadin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê bang li rawestandina yekser a van êrîşan kir, piştgirîya Washingtonê ji bo Siûdîyê dubare kir û sersaxî li malbatên qurbanîyan kir.

Ev daxuyanî piştî wê hat ku, di bersiva pirsên rojnamevanan de derbarê amadebûna Amerîkayê ji bo alîkarîya Siûdîyê li dijî Hûsîyan, Serok Donald Trump got ku hîn biryar nehatiye dayîn. Wî got, "Dibe ku. Em vê mijarê dinirxînin. Em tenê niha li ser vê êrîşê agahd bûne. Ji ber vê yekê em ê biryar bidin û bi lez gavên pêwîst bavêjin."