Ruhanî Karvekişîna Wezîrê Derve yê Îranê Red Kir

Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî karvekişîna Wezîrê Derve Cevad Zarîf red kir.

Ji hesabê fermî yê Instagramê yê Ruhanî, wêneyekî Ruhanî û Zarîf bi gotinên ‘’zarîfnebitenê ye’’, ‘’zarîfdimîne’’ hatin belav kirin

Zarîf bi peyameke Instagramê karvekişîna xwe ragihandibû.

Wî di peyama xwe de jiber ‘’kêmasîyên xwe lêborîn xwestibû’’ û karvekişîna xwe eşkere kiribû.