Îran Hêzên Amerîkî li Rojhilata Navîn Wek Terorîst Nav Dike

Serokê Îranê Hesen Ruhanî îro Sêşemê pêşnîyareke qanûnê îmza kir ku hemî hêzên Amerîkî li Rojhilata Navîn wek terorîst û hikûmeta Amerîkî jî mîna piştgira terorîzmê bi nav dike.

Pêşnîyara ku heftaya borî ji alîyê parlamanê hatibû pejirandin, wek gaveke bersîvdana biryara Serokê Amerîka Donald Trump e ku Nobedarên Şoreşa Îranê, wek rêxistineke terorîst ya bîyanî bi nav kiribû.

Ruhanî ji wezareta îstixbaratê, wezareta derve, hêzên çekdar û civata ewlehîya netewî xwest ku wê biryarê, demûdest bi cîh bînin.