Şandeya Rûsî Piştî Hilweşandina Rejîma Esad Cara Yekê Serdana Sûrîyê dike

Ajansa nûçeyan ya Rûsî, TASS îro Sêşemê ragihand ku ji hilweşîna rejîma Beşar Esad vir ve, cara yekê şandeke Rûsî serdana Sûrîyê dike.

TASS ragihad ku armanca serdanê misogerkirina siberoja ewlehîya bingeha wê ya deryayî ya leşkerî ya li Sûrîyê ye.

Li gor TASS şandeya Rûsî ji Cîgirê Wezîrê Derve yê Mikhail Bogdanov û Nûnerê Taybet yê Kremlînê yê jibo Sûrîyê Aleksander Lavrentiev pêk tê û çaverê ye ew bi rêveberên nû yên Sûrîyê re gotûbêjan bikin.

Du jêderên Sûrîdemeke zûtir ya îro ji Reutersê re gotibû ku çaverê ye danûstandinên navbera şanda Rûsî û rêbertîya Sûrî vê hefteyê li Şamê pêk werin.

Rûsya, ku mafê penaberî dabû Esad û dijî hzêên serhildayan bi salan alîkarîya wî kiribû, hêvî dike ku her du bingehên xwe li Sûrîyê biparêze ku yek ji wan bingeheke deryayî li Tartûs û ya din jî bingeheke esmanî ya Humaymîm ya nêzîkî bajarê Lazqîyê ye.

Dezgeha Tartûs tekane navenda tamîrkirin û pêguhertinê Rûsya ya li Deryaya Sipî ye û Moskowê Sûrîye wek xala serekî bi kar anîbû ku kontrakterên xwe yên leşkerî veguhezîne welatên Afrîqî.

Jêder: Reuters