Rûsya Dibêje Peywendîyên Amerîka û Japonya Fikaran Çêdikin

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Andrei Rudenko îro Înê balyozê Japonya ser peywendîyên Tokyo û Washingtonê hişyar kir.

Rudenko dîyar kir ‘’helwestên metirsîdar’’ yên di hevkarîya leşkerî ya Amerîka û Japonya jibo îstiqrar û ewlekarîya li rojhilatê bakurê Asya fikaran çêdikin.

Serokê Amerîka Joe Biden û Serokwezîrê Japonya Fumio Kishida roja Çarşemê li hev kiribûn ji hevkarîya leşkerî heta rêwîtîya ber bi hîvê planên xwe eşkere kiribûn û hevbendîya her du dewletan xurttir kiribûn.

Washington û hevbendên wê, ku di nav de Japonya jî heye, dijî gefên Çînê yên li deryayan û hewildanên wê yên ser bidestxistina Taywanê artêşên xwe xurt dikin.

Biden û Kishida ser şerê li Ukrayna jî axifîn.

Wezareta Derve ya Rûsya ragihand ku Rudenko ji Balyozê Japonya Akira Muto re gotiye ku peywendîyên Rûsya û Japonya di asta herî nizm de ne.

Li gor ragihandina wezaretê, Rudenko dîyar kiriye ku ewê peywendîyên Amerîka û Japonya yên jibo herêmê ji nêz ve bişopînin.

Jêder: Reuters