Li Rûsya Belavbûna Korona Giheştiye Asteke Bilind

Rûsya îro Înê ragihand ku di 24 saetên dawî de 1163 kes ji nexweşîya COVID-19 jîyanên xwe ji dest dane ku ew ji destpêbûna pandemîyê vir ve hejmara herî bilind e.

Karbidest dîyar dikin ku heta niha 236,220 kes jiber vîrusa korona mirine ku ew jî hejmara herî zêde ya hemî Ewrupa ye.

Di demên dawî de pandemîya korona ewqas belav bûye ku hikûmet biryarên nû yên pêşîgir digire.

Serok Rûsya Vladim Putin jî 30ê Cotmehê heta 7ê Mijdarê wek behnvedan ragihand ku hemmwelatî li malên xwe bimînin ku belavbûna korona were hêdî kirin.

Çaverê ye ku di heman hefteyê de sazîyên dewletê û piranîya firoşgeh û karsazîyên taybet jî girtî bimînin.