Hêzên Rûs ji Giraveke li Derya Reş Vedikişin

Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Pêncşemê ji zarê karbidestên Rûsya û Ukrayna ragihand ku hêzên Rûs ji Girava Maran ya li Derya Reş vekişîne.

Ofîsa Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy dîyar kir ku yekîneyên wan karekî rind kiriye ku êdî li Girava Maran hêzên Rûs tune ne.

Wezareta Berevanî ya Rûsya vekişandina hêzên Rûs piştrast kir û da zanîn ku vekişîna wan hêzên divê wek nîyetrindîyê werin dîtin.

Li gor daxuyanîya wezaretê, wê vekişînê rê li ber karên Neteweyên Yekbûyî (NY) negirtiye ku hewil dide bo derxistina dexilan korîdorekê veke.

Di roja pêşî ya Rûsya û Ukrayna de, hêzên Rûs ji leşkerên Ukraynî yên li Girava Maran xwestibûn ku xwe radest bikin û li ser redkirina vê daxwazê, giravê deng dabû.

Fermandarîya Başûr ya Leşkerîya Ukrayna dîyar kir ku hêzên Rûs piştî operasyoneke bi muşek û topan ji Girava Maran derketine.