Rûsya Dibêje Navenda Navokî ya Zaporizhzhia Xebatên Xwe Didomîne

Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Duşemê ragihand ku navenda navokî ya Zaporizhzia di rewişa normal de dixebite.

Di dawîya hefteyê de dijî navenda navokî ya Zaporizhzia êrîşên bombeyî hatibûn kirin.

Yevgeniy Balitsky, ku ji alîyê Rûsya ve bo birêvebirina Zaporizhzhia hatiye erkdar kirin, da zanîn ku navenda navokî wek berê dişixule.

Balitsky got ku ew navenda navokî, ku li Ewrupa santrala herî mezîn e, di bin kontrola hêzên Rûsî de ye.

Kîev û Moskowê di dawîya hefteyê de ser êrîşa dijî Zaporizhzia hevdu tawanbar kiribûn.