Rûsya Êrîşên Esmanî Dibe Ser Kîev ya Paytext

Dîmenên êrîşên Rûsya ser Kîev

Karbidestên Ukraynî îro Duşemê radigihînin ku hêzên Rûsî bi dron û muşekan êrîş birine ser jimareke herêmên welêt.

Serokê Rêvebirîya Leşkerî yê Kîevê Serhiy Popko dîyar kir ku Rûsya bi qasî 20 muşek û dron firandine bajêr.

Bajarvanê Kîevê Vitalii Klitschko dîyar kir ku berevanîya esmên rê li ber êrîşan girtiye û da zanîn ku bi enqazên dron û muşekan bi kêmî ve 2 kes birîdnar bûne.

Artêşa Ukrayna ragihand ku ji 35 muşekên hêzên Rûsî 22 û ji 22 dronên wan jî 20 hatine xistin.

Walîyên Dnipropetrovsk, Kherson û Mykolaiv û Poltavê xistina dronan radigihînin û walîyê Cherkasyê jî dîyar dike ku li esmanê herêmê muşekek hatiye pûç kirin.

Êrîşên Rûsî rojek piştî êrîşên berfireh yên esmanî yên Ukkrayna li dar ketin.

Wezareta Berevanî ya Rûsya ragihandibû ku 158 dronên Ukrayna hatine xistin.

Wê wezaretê îro Duşemê jî dîyar kir ku 1 li Belgorodê û 1 jî li Deryaya Reş 2 dronên Ukrayna hatine pûç kirin.

Walîyê Belgorodê Vyacheslav Gladkov ji Telegramê dîyar kir ku Ukrayna êrîş birine ser pirtir ji 1 herêmê.

Gladkov dîyar kir ku Ukrayna bi êrîşan zarar dane çend malan û di êrîşan de bi kêmî ve 1 kes birîndar bûye.

Jêder: Reuters, VOA, AP, AFP