Rûsya Hîndarîyên Leşkerî li Belarûsê Dirêj Dike

Beşek ji hîndarîyên leşkerî yên hevbeş di navbera hêzên Rûsya û yên Belarûsî de li nêzîk sînorê Ukraynayê.

Artêşa Rûsyayê îro Yekşemê hîndarîyên xwe yên leşkerî li Belarûsê dirêj kir, du rojan piştî topbarankirinê di navbera hêzên Ukraynayê û cudaxwazên Rûs li rojhilata Ukraynayê.

Li ber bû ku ev hîndarîyên Rûsyayê ligel hêzên Belarûsê îro Yekşemê bidawî bibin. Lê ew cardî hatin dirêj kirin, li vê dema ku Serokê Rûsyayê hêza xwe ser sînorê ligel Ukraynayê nîşan dide. Li wir, dora 150,000 leşkerên Rûs hatine kom kirin.

Wezîrê Derve yê Amerîka ji televizyona CNN’ê re got ku zêdebûna şandina hêzên Rûs di hefteyên dawî de, êrîşên sayberî yên hefteya borî dijî wezareta berevanîya Ukraynayê û bankên serekî, û niha jî derketina şer û pevçûnan li rojhilata Ukraynayê ku tê de du leşkerên Ukraynî hatin kuştin, nîşan didin ku Moskow li gor pîvanên xwe ber bi şerekî berfireh ve birêve diçe.

“Her tiştê ku dikeve ser rîya derbazbûnekê niha tê kirin,” Blinken dîyar kir.

Cudaxwazên li rojhilata Ukraynayê gotine ku hêzên Ukranyayê plan dikin ku êrîşekê li wê deverê pêk bînin, lê Kyiv vê yekê red dike.