Frensa, Brîtanya û Almanyayê Huşdariya Hilweşandina Rêkeftina Navokî Ya Îranê Didin

Frensa, Brîtanya û Almanyayê îro Şemiyê huşdarî da Rûsyayê ku daxwazên wê yên li dor garantîyên bazirganî li gel Îranê metirsiya hilweşandinê didin ser rêkeftina navokî ya Îranê ku êdî ber bi temambûnê ve diçe.

Beşdarên axaftinên navokî gihîştine qonaxên dawî yên goftûgoyan ji bo nûvejandina rêkeftina bi navê JCPOA, ku cezayan ji ser Tehranê radike li beramber sînordarkirina programa wê ya navokî ya ku Rojava ditirse ew destpêkirina durustkirina bumbeyên atomî be.

Şemiya borî wezîrê derve yê Rûsya Sergei Lavrov daxwaz kiribû ku garantî bo welatê wî werin dayîn ku dê bazirganya wan li gel Îranê nekeve bin bandora cezayên vê dawiyê yên dijî Moskoyê.

Frensa, Brîtanya û Almanya di daxuyaniyeke hevbeş de got:

“çê nabe kesek hewl bide goftûgoyên JCPOA bikar bîne ji bo wergirtina gerantiyên ku ne girêdayî JCPOA ne.”

Wan got,” Ev yek metirsiya hilweşandinê dide ser rêkeftinê.”

Li gor wan, pêwîste rêkeftina li ser maseyê bi awayekî lezgîn were pêkanîn.

Waşintonê berê gotiye ku dê erê neke li ser daxwazên Rûsya di vê derbarê de.

Jêder: Reuters