Di Êrîşên Rûsyayê de Herî Kêm 18 Kes li Ukraynayê Hatin Kuştin

Artêşa Rûsyayê îro Sêşemê bi bêhtirî 600 dron û 73 mûşekan êrîşî du deverên Ukraynayê kir.

Karbidestên Ukraynayê ragihand ku di van êrîşan de 18 kes hatine kuştin û bêhtirî 100 kes jî birîndar bûne.

Ev êrîş li paytexta welêt Kîev û bajarê Dnîpro hatin kirin.

Rûsyayê berê hişyarî dabû ku dê êrîşî Kîevê bike. Moskow got ku ev êrîş tolhildana lêdana meha borî ya li ser devera Lûhanskê ye. Ukraynayê tawanbarîya êrîşkirina ser wê deverê red kiribû.