Wezareta Berevanî ya Rûsya û Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy ragihand ku wan 95 dîlên şer bi hev re guhertine.
Li gor ragihandina her du alîyan, jibo pevguhertina dîlan Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat) navbeynkarî kiriye.
Wezareat Berevanî ya Rûsya ji Telegramê dîyar kir ku ewê leşkerên vegerîne jibo muayneyên tibî û rehabîlîtasyona fîzîkî û psîkolojîk herin Moskowê.
Wê wezaretê ragihand ku leşkerên hatine berdan li Ukrayna bi ‘’metirsîya kujer’’ re rûbirû mane.
Zelenskyy got ku dîlên hatine berdan endamên hêzên çekdar û parêzvanên sînor û karbidestên ewlekarîyê ne.
Wî jibo navbeynkarî û hêsankirina pevguhertinê spasîya Îmaratê kir.
Bi vê pevguhertina dawî re di nav 7 hefteyên dawî de 3 caran pevguhertin çêbûn.
Herî dawî dîsa bi navbeynkarîya Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Rûsya û Ukrayna, 90 û 90 girtî vegerandibûn.
Jêder: Reuters