Di Êrîşa Esmanî ya Rûsî de 7 Kes li Sûrîyê Hatin Kuştin

Firokên Rûsî li esmanê Sûrîyê (Arşîv)

Çavdêrekî şerî got u êrîşeke esmanî ya Rûsî îro Înê li herêma Îdlibê ya di bin destê serhildayan de 7 heft kes kuştin ku 4 ji wan zarok bûn.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) got ku wê kuştina çar zarokên xwîşk û bira, du mêr û kesekî nenas ya di encama êrîşên esmanî yên Rûsî de, li herêma gundewarê Cisir el-Şuxur piştrast kiriye.

Berpirsê SOHRê Ramî Abdul Rahman got ku hemî zarok di bin 10 salîyê de ne.

SOHR piştrast kir ku 6 ji qurbanîyan sîvîl in û bal kişand ku zarok û jin jî di nav de, pirtir kes di bin kavilan de asê mane.

SOHR herwiha got ku qurbanî bi piranî Sûrî yên koçber yên ji deverên cîran yên Hemayê ne.