Washington 60 Dîploatên Rûs Dersînor Dike

Serokê Amerîka Donald Trump

Serokê Amerîka Donald Trump biryar da 60 dîplomatên Rûs dersînor bike, ev biryara Amerîka wî çaxî hat, piştî sîxorê Rûs û keça wî li London bi gazên kîmyayî hatin jehirdan.

Amerîka dîsan biryar stend ku, Konsulxaneya Rûsya li Seattle bihê daxistin, 7 roj weke derfet dane dîplomatên Rûs da ku ji axa Amerîka derkevin.

Derbarê biryara Amerîka berpirsekî Qesra Spî gotiye ji Rûsya"dengê dehola bê îstîqrarî û dojmkariyê tê".

Amerîka ev hejmara dîplomatên Rûs weke destkîs û ajan tawanbar kirin, herwiha welatên Ewrûpî yên ku, endamin di Yekêtiya Ewrûpa de û endamên NATO ne, biryara derkirina 14 dîplomatên Rûs daye.

Derabrê biryara derkirina dîplomatên Rûs, Qesra Spî dibêje"ev dê bibe sedem ku, rewşa ewlekariyê li Amerîka baştir bibe".

Sergei Skripal û keça wî Yuliay ku, tên gomankirin Rûsya ew jehirxwarî kirine li nexoşxaneke bajarê London dimînin û rewşa wan di metirsiyê de ye.

Ji hejî bîrxistinê ye ku, weke derencamê jehirkirina Skrîpal û keça wî berî nihe gelek siza dane Rûsya, herwiha 32 dîplomatên wan derkirine û têkiliyên dualî yên herdu welatan hatine cemidandin.