Rûsya Êrîşî 9 Bajarên Ukraynayê Kir

Kîev paytexta Ukraynayê

Di zincîre êrîşên şevê de, Rûsyayê bi mûşek û dronan 9 bajarên Ukraynayê armanc girtin û herî kêm 4 kes hatin kuştin, di nav de sivîl hene.

Li Kharkiv'ê, dronek li navendeke bazirganiyê ket û zilamekî 40 salî kuşt û 4 kes jî birîndar bûn. Li herêmên Zaporizhzhia, Kherson û Sumy jî hejmarek kuştî hatine tomarkirin.

Li Odesayê, êrîş ji bo zêdetirî 7 demjimêran dom kir; avahiyên niştecihî, dibistan û dezgayên girîng zirar dîtin. Li Kîev a paytext jî dibistanek û saziyeke tenduristiyê ji ber parçeyên ketî yên mûşekan zirar dîtin.

Ukrayna dibêje ku hêzên wê beşeke mezin ji dronên hatine avêtin û gelek mûşekên balîstîk hatine xistin û pûç kirin.

Rûsya jî dibêje ku bingehên ku bûne armanca êrişan, her hemî armancên leşkerî û artêşa Ukraynayê bûne.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy got ku Rûsya hêj jî li ser zêdekirina mûşek û berfirehkirina şer îsrar dike. Zelenskyy got, ku Ukrayna hewcedariya parastina esmanî ya zêdetir heye.